Ebas bin Ebdulmutelib erebî: عباس بن عبد المطلب , yek ji apê Muhemmed e û sehabe ye. Tê gotin ku du sê sal ji Muhemmed mezintir bûye.
Ebas bin Ebdulmutelib di ciwaniya xwe de li Mekeyê tîcaretê kiriye. Pêşiyê Misilmantiyê nepejirandiye lê zêde jî li dijî îslamê derneketiye. Di şerê Bedîrê de li dijî misilmanan şer kiriye û hatiye girtin piştî dayîna fîdyeyê wî azad kirine û piştî salan bûye Misilman.
Owlapps.net - since 2012 - Les chouettes applications du hibou