![Parka Samî Ebdulrehman Parka Samî Ebdulrehman](/modules/owlapps_apps/img/nopic.jpg)
Parka Samî Ebdulrehman, parkeke Hewlêrê ye. Ev park, parka herî mezin a Kurdistanê ye. Qada wê 200 hektar e. Di nava wê de du gol, bexçeyek gulan, bîrdariya Şehîdan û hin market û xwaringeh hene.
Navê parkê, ji Samî Ebdulrehmanê ku Yawerê Serokwezîrê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû di 1ê sibata sala 2004an de bi êrîşekî xwekujiyê jiyana xwe ji dest da bû, tê.
Ev lîste a Ew kesên navdarên pêşyê ne misilman (xiristiyan, cihû, budîst, ateîst û hwd.) bûne dûra bûbin misilman têdene
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di 26'ê kewçêra 2011'an de li Hewlêrê hat demezrandin bi alîkariya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî.
Lubabe bint Haris an Umul Fezl (erebî: لبابة بنت الحارث, 593-655) jina Ebasê apê Muhemmed pêxember û sehabe ye.
Di nav jinan de û du jina Muhemmed pêxember Xedîceyê re bûye Misilman. Her wiha dûyemîn jina misilman e.
Bi xwe xûşka Meymûne bint Harisê ye.
Ji mêrê wê Ebas şeş law û keçekî jê re bûye.
Şerê Şeş Rojan (bi îbranî: מִלְחֶמֶת שֵׁשֶׁת הַיָּמִים, lat. Miḥemet Šešet HaYamim, bi erebî: حرب الأيام الستة, lat. ḥarb al-ayyām as-sitta, herba 1967, an şerê Hezîranê) şerê ereb-îsraêlî yê 1967an e ku di navbera Îsraêl û koalîsyoneke dewletên ereban de (di serî de Misir, Sûriye, Iraq û Urdun) ji 5 heta 10 hezîran 1967 de qewimî.
Piştî Peymanên Agirbestê yên 1949, ku di dawiya Şerê Yekem Ereb-Îsraêlî de hatibûn îmzekirin, dijminatiyên di navbera têkiliyên xirab ên Îsraêl û cîranên wê yên ereb de zêde bûbûn. Di sala 1956an de, aloziyên herêmî yên li ser tengava Tîranê ku bi navê Qeyrana Suezê tê zanîn, zêde bûn. Îsraêl ji ber girtina rêyên deryayî yên Misirê ji keştiyên Îsraêlê re bi awayê êrîsî Misirê kir, di encamê de Tengava Tîranê ji nû ve ji Îsraêlê re hat vekirin û her wiha Hêzên Lezgîn ên Neteweyên Yekbûyî (UNEF) li ser sînorê Misir-Îsraêlê hatin bicihkirin. Di mehên beriya destpêkirina Şerê Şeş Rojan a hezîrana 1967an de, alozî dîsa bi awayekî xeternak zêde bûn: Îsraêl helwesta xwe ya piştî 1956an dubare kir ku girtina din a Misirê ya Tengava Tîranê ji keştiyên îsraêlî re dê bibe sedemek casus belli. Di gulana 1967an de serokê Misirê Cemal Ebdul Nasir ragihand ku tengava Tîranê dê dîsa ji keştiyên Îsraêlê re were girtin. Dûv re wî leşkerê Misirê li ser sînorê bi Îsraêlê re seferber kir û her weha ferman da ku tavilê hemî personelên UNEF vekişin.
Di 5ê hezîrana 1967an de, dema ku UNEF di pêvajoya derketina ji herêmê de bû, Îsraêl rêzek êrîşên esmanî yên pêşîlêgirtinê li dijî balafirgehên Misirê û tesîsên din pêk anî û dest bi xebata xwe ya şer kir. Hêzên Misirî bi vê yekê surprîz bûn, û hema hema tevahiya asmanî yên leşkerî yên Misirê hatin rûxandin. Ev bû sedema avantaja Îsraêlê di serweriya hewayî de. Di heman demê de, artêşa Îsraêlê dest bi êrîşa bejayî bo ser nîvgirava Sîna ya Misirê, û her wiha Zîvala Gazayê ya di bin dagirkeriya Misrê de, kir. Piştî hin berxwedanên destpêkê, Nasir fermana valakirina nîvgirava Sînayê da; di roja şeşemîn a pevçûnê de Îsraêl tevahiya Nîvgirava Sînayê dagir kiribû. Urdun, ku beriya destpêkirina şer bi tenê hefteyekê bi Misirê re ketibû peymana parastinê, li dijî Îsraêlê xebitî. Urduniyan êrîş li dijî hêzên Îsraêlî pêk anîn da ku pêşveçûna Îsraêl sist bikin. Di roja pêncan de Sûriye bi topbarankirina çeperên Îsraêlî li bakur tevlî şer bû.
Misir û Urdun di 8ê hezîranê de, Sûriye jî di 9ê hezîranê de li ser agirbestê li hev kirin û di 11ê hezîranê de fermana agirbesta bi Îsraêlê re hate îmzekirin.
Şerê Şeş Rojan bû sedema zêdetir ji 20,000 qurbaniyên Ereb û ji 1,000 kêmtir windahiyên îsraêlî. Di dema rawestandina şer de, Îsraêlê Girên Golanê yên Sûriyê, Şerîeya Rojava ya ji aliyê Urdunê ve hatiye girêdan (Qudsa Rojhilat jî tê de) û nîvgirava Sîna ya Misrê û herwiha Zîvala Gazayê ya ji aliyê Misrê ve hatiye dagirkirin, bi dest xistibû.
Jicîhûwarkirina xelkê sivîl di encama Şerê Şeş Rojan de dê encamên demdirêj hebe, ji ber ku derdora 280,000 heta 325,000 filistînî û 100,000 sûrî ji Şerîeya Rojava û Girên Golanê reviyan an jî hatin derxistin.
Nasir piştî serketina Îsraêlê ji şermê îstifa kir, lê piştî çend xwepêşandanên li seranserê Misirê ji nû ve hat vegerandin. Piştî şer û pevçûnan, Misirê heta sala 1975an Kanala Suezê girt, ku ev yek bû sedem ji bo krîza enerjiyê ya 1970an û krîza neftê ya 1973an, ji ber ku bandorek li ser şandina nefta ku ji Rojhilata Navîn bi rêya Kanala Suezê diçû Ewropayê hebû.
Ebas bin Ebdulmutelib erebî: عباس بن عبد المطلب , yek ji apê Muhemmed e û sehabe ye. Tê gotin ku du sê sal ji Muhemmed mezintir bûye.
Ebas bin Ebdulmutelib di ciwaniya xwe de li Mekeyê tîcaretê kiriye. Pêşiyê Misilmantiyê nepejirandiye lê zêde jî li dijî îslamê derneketiye. Di şerê Bedîrê de li dijî misilmanan şer kiriye û hatiye girtin piştî dayîna fîdyeyê wî azad kirine û piştî salan bûye Misilman.
Owlapps.net - since 2012 - Les chouettes applications du hibou